Nûçe

Înîsîyatîva Neteweyî ya Kurdistanê daxuyannameya damezrandinê weşand

Înîsîyatîva Neteweyî ya Kurdistanê daxuyannameya xwe ya damezrandinê ya bi sernavê 'Armanc û Prensîb' bi raya giştî re parve kir. Daxuyanname xebata ku dê li ser sê eksenan bê meşandin — navenda îdeolojîk a neteweperwer, restorasyona siyasî ya neteweyî û navikên berxwedana neteweyî — û sêzdeh prensîbên bingehîn ên înîsîyatîvê radixe ber çavan.

Înîsîyatîv rewşenbîr, akademîsyen û aktîvîstên siyasî yên ji her bergehê vedixwîne ku pêvajoyê bi analîzên berfireh û metnên îdeolojîk ên xurt piştgirî bikin.