Armanc û Prensîb

Metna damezrandinê ya Înîsîyatîva Neteweyî ya Kurdistanê: armancên me li ser sê eksenan û sêzdeh prensîbên bingehîn ên ku xebatên me girê didin.

A · EksenNavenda Îdeolojîk a Neteweperwer

Em wekî Înîsîyatîva Neteweyî ya Kurdistanê, bi momenta ku em tê de ne, difikirin ku çîna siyasî ya Kurd ji aliyê subjektîfiya neteweyî û temsîlê ve belawelabûn û kêmasiyekê dijî.

Em dinirxînin ku aliyekî vê belawelabûn û kêmasiyê ji wê yekê tê ku îdeolojiya neteweperwer ji aliyê çîna me ya siyasî ve bi têra xwe nehatiye hundirandin û ev çîn bi awayekî sîstematîk xwe naspêre çavkaniyên zanîna neteweyî.

Ji aliyê din ve, dejenerasyon û hilweşîna exlaqî ya ku îro di civaka me de ji aliyê kolonyalîstan ve tê belavkirin jî bi lawazbûna hêza gotinê ya îdeolojiya neteweperwer, bi qutbûna ji çavkaniyên zanîna neteweyî yên wekî dîrok, ziman, çand û kevneşopiyê û ji ber vê yekê bi ketina ruhê neteweyî ya nav lawaziyê ve girêdayî ye.

Ji ber vê yekê em wekî Înîsîyatîva Neteweyî ya Kurdistanê, avakirina navend an navendên ku rola îdeolojiya neteweperwer di ronakbîrî û hişmendiya neteweyî de, di îrade û yekîtiya neteweyî de bi pîvanên kanonîk nîşan bidin û bi xebitandina sîstematîk a çavkaniyên zanîna neteweyî hêza bandorê ava bikin, pêwîst dibînin.

B · EksenRestorasyona Siyasî ya Neteweyî

Em, wekî Înîsîyatîva Neteweyî ya Kurdistanê, dinirxînin ku çîna siyasî ya Kurd di momenteke restorasyonê de ye.

Ji aliyekî ve ji nifşên ciwan bigire heta kesayetên serbixwe bi hezaran mirov li ser navê miletê me di lêgerîna bûyîna subjeya siyasî û bidestxistina hêza temsîlê de ne; ji aliyê din ve jî hin xebatên yekîtiyê û destpêşxeriyên avakirina platforman didomin.

Di vê çarçoveyê de, dikare behsa pêleke neteweyî ya bilindbûyî bê kirin. Lê hem lêgerîn li ser zemîneke îdeolojîk a xurt rûneniştine hem jî destpêşxeriyên yekîtî û rêxistinbûnê hê pîvanên palyatîf derbas nekirine.

Ji bo ku ev pêla neteweperwer a bilindbûyî bi hemû potansiyela xwe veguhere hêzeke neteweyî ya sazûmanî, em beşdarbûna berfireh û gur a rewşenbîr, entelektuel û akademîsyenên Kurd pêwîst dibînin. Em rewşenbîrên ji her bergehê — ji muhafezekar bigire heta lîberal û çepgiran, her kesî ji eniya xwe — vedixwînin ku pêvajoyê bi analîzên berfireh û metnên îdeolojîk ên xurt piştgirî bikin.

Em difikirin ku ev restorasyona siyasî nikare di monopola tu partiyeke Kurdistanî an destpêşxeriyeke partiyê ya li ser bergeheke diyar de bê pêkanîn. Ji ber ku partiyên me yên Kurdistanî yên heyî ji aliyê avahiya xwe ve ne di rewşê de ne ku vê pêla neteweyî ya ji her bergehê hembêz bikin. Dîsa di tu bergeheke siyasî ya heyî de keda kadroyan a ku hêzên neteweyî bike yek tune ye.

Ji ber vê yekê, em xebateke platforma neteweyî ya ku dê bi demê re veguhere “Partiyeke Kongreya Neteweyî” an “Partiyeke Girseyî ya Neteweyî” an jî “Tevgereke Kongreya Neteweyî” — ji herikînên siyasî yên her bergehê pêk tê û partiyên me yên Kurdistanî jî tê de cih digirin — watedartir dibînin. Lê di xebateke wiha de divê cih neyê dayîn herikînên siyasî yên îdeolojîk ên totalîter, herikînên siyasî û tevgerên xizmetê yên ku îdeala “serweriya neteweyî” hilnagirin û rêxistinên ku ji aliyê avahî ve di bin wesayetê de ne.

Ji bo ku pêvajoya restorasyonê li ser xeteke rast bimeşe, pêwîst e hesabê têkoşîna neteweyî ya 50 salên borî li Bakurê Kurdistanê bê kirin. Ezmûna siyasî ya 50 salên borî encamên trajîk ên ku di tu têkoşîneke rizgariya neteweyî de nehatine dîtin derxistine holê. Di vê demê de ji bo rizgariya neteweyî zêdetirî sed hezar mirovên me şehîd bûn, bi sed hezaran mirovên me bi girtîgehan bedel dan, bi mîlyonan mirovên me ji cih û warên xwe hatin sirgûnkirin. Hemû ev bedel ji bo ku em wekî milet serweriya xwe bi dest bixin, ji bo ku hewldanên kolonyalîstan ên jiholêrakirina miletê me ji dîrokê bên sekinandin hatin dayîn. Lê tevgera Apoyî ya ku vê pêvajoyê domine kir, berevajî hêviya miletê me, bi pêvajoya “Tirkiyeya bê teror” re, xwe angaje kiriye projeya jiholêrakirina miletê me bi tirkkirinê. Projeyên wekî “komara demokratîk”, “civaka demokratîk”, “entegrasyona demokratîk” hwd. ne tenê devjêberdana ji daxwazên neteweyî ne, di heman demê de projeyên piştgiriya asîmîlasyona kolonyalîst a li ser miletê me ne.

Ya trajîktir ew e ku tevgera Apoyî tevî rola xwe ya diyar di pêvajoya tasfiyekirina Kurdbûnê ji siyasetê de, hê jî dikare beşeke girîng a çîna siyasî ya Kurd domine bike.

Ravekirina trajediya jiyayî tenê bi rola gumanbar a tevgera Apoyî dibe sedema encamên şaş. Bi rastî, di vê tabloya wêraniyê de tevahiya çîna siyasî ya Kurdên Bakur berpirsiyar e. Ji ber vê yekê, divê ev jî bê pirsîn ka çima beşên siyasî yên Kurd ên derveyî tevgera Apoyî nekarîn alternatîfekê pêş bixin, çima nekarîn pêşiya vê wêraniyê bigirin.

Em, wekî Înîsîyatîva Neteweyî ya Kurdistanê, difikirin ku kêmasiya jiyayî ji pirsgirêkên têgihîştina îdeolojîk û felsefî yên derbarê neteweperweriyê de tê. Îdeolojiya neteweperwer pêkanîna serweriya neteweyî û avakirina dewleta neteweyî pêşbînî dike û di têkoşîna ji bo vê de hebûn û cihê her hêmaneke neteweyî rewa û pêwîst dibîne.

Lê belê, di 50 salên borî de tevgerên siyasî yên Kurd xebatên xwe di bin bandora herikînên îdeolojîk ên totalîter û sekter de domandin. Ev herikîn dema ku têkoşîna neteweyî xwe dispartin bergeheke diyar û bi hesta pêkanîna hegemonyaya bergeheke diyar di têkoşînê de tevdigeriyan, bûn sedema hizipbûn, biyanîbûn û dijberiya di navbera hêzên neteweyî de jî.

Yekîtiya neteweyî

Sazûmanên siyasî yên Kurd di rabirdûyê de hin destpêşxeriyên yekîtiyê kirine. Lê ev, ji pêdiviyên zemîna siyasî ya neteweperwer bêtir, destpêşxeriyên bi armanca avakirina hêzeke alternatîf bûne. Ango, ev destpêşxerî nebûne xebatên ku yekîtiya hêzên ji her bergeheke siyasî diparêzin, an jî ji her bergeheke siyasî re kanalan vedikin. Û di pratîkê de ev xebat an ji ber lêgerînên avakirina hegemonyaya hizbî an jî ji ber pirsgirêkên lihevkirinê yên di navbera sazûmanên siyasî de belav bûne çûne.

Xebatên ku bi ruhê partiyeke girseyî an partiyeke kongreyê hatine meşandin jî hene. Lê li vir jî çawa ku “çanda xebata hevpar a kadroyên ji bergehên cuda” nehat pêşxistin, lêgerînên wesayetê jî kêm nebûn. Li şûna naskirina hiqûqa her bergeheke neteweyî û rewadîtina aîdiyeta wê ya komî, li kesên ji bergehên cuda — bi mîsyona wesîtiyê hatine bicihkirin — tabiîbûna navendeke diyar hat ferzkirin.

Xebata hevpar

Çîna siyasî ya Kurdên Bakur ji ber têgihîştina totalîter-sekter a ku di 50 salên dawî de serwer bû, çawa ku ezmûnek derbarê xebata hevpar a sazûmanên siyasî yên ji bergehên cuda de nejiya, di vê mijarê de tu berhemeke îdeolojîk jî nedaye. Em, wekî Înîsîyatîva Neteweyî ya Kurdistanê, ji rewşenbîr û aktîvîstên siyasî yên Kurd re pêşniyar dikin ku di pêvajoya bê de li ser vê mijarê bifikirin û metnên îdeolojîk ên derbarê “çanda xebata hevpar” de bêhempa zêde bikin.

Xwebeşdarkirin

Yek ji aliyên herî lawaz ên çîna siyasî ya neteweyî ya Bakurê Kurdistanê jî kêmasiya wê ya di xwebeşdarkirina doza neteweyî de ye. Ev lawazî jî ji nehundirandina têra xwe ya îdeolojiya neteweperwer tê. Tevgera siyasî ya neteweyî ya Kurd hê jî ji lîteratûr û retorîkeke ku girêdana kûr a felsefî û ruhî ya di navbera azadiya kesane û azadiya neteweyî, serweriya kesane û serweriya neteweyî, hebûna kesane û hebûna neteweyî, jiyan û neteweyê de bi tevahî bide fêmkirin bêpar e.

Em pêwîst dibînin ku neteweperwerên Kurd di pêvajoya bê de beşek ji xebatên xwe yên îdeolojîk jî ji vî warî re veqetînin.

Kapasîteya xîtaba bi neteweyê re

Hejmara aktîvîstên siyasî yên neteweperwer ên Kurd ên ji bergehên cuda digihîje bi deh hezaran. Lê belê, ji ber ku ev bê rêxistin û belawela ne, ne xwedî pozîsyona navendeke ku xîtabî miletê me bike ne. Heke aktîvîstên neteweperwer ên Kurd ên ji hemû bergehan xebatên xwe di navendeke xwedî kapasîteya xîtaba bi miletê me re nedin hev, pêşiya çalakî û manîpulasyonên rejîma kolonyalîst û hevkarên wê yên jiholêrakirina miletê me ji dîrokê heta dawiyê vedibe.

C · EksenNavikên Berxwedana Neteweyî

Rejîma kolonyalîst di sedsala borî de li Bakur hewl dida Kurdbûnê bi pratîkên qirkirinê ji dîrokê rake, li parçeyên din ên welatê me jî ji bo ku miletê me tu statuyeke siyasî bi dest nexe her cure mudaxele ceriband. Serûbinbûnên leşkerî-siyasî yên ku di sî salên dawî de li herêma me qewimîn hin derfet pêşkêşî miletê me kirin û em wekî milet li Başûrê Kurdistanê gihîştin statuyeke federal, li parçeyên din jî ji bo miletê me pêşketinên hêvîdar hatin tomarkirin.

Lê belê, ev konjonktura siyasî ji çend salan ve hatiye guhertin. Hêzên gerdûnî dema ku di asta global de pêşbaziya hegemonyaya leşkerî û siyasî bilind dikin, bi tehkîmat û pevçûnên ku li herêma me didomînin bûn sedema hizalanîneke nû di hêzên leşkerî-siyasî yên herêmê de jî. Ev rewş ji hêzên hegemonîk ên herêmî yên wekî TC re di armancên wan ên berfirehbûnê de derfeta manevrayê jî pêşkêş kiriye.

TC dixwaze vê konjonkturê hem ji bo girtina pêşiya derfetên ku dê di berjewendiya Kurdan de pêş bikevin hem jî ji bo polîtîkayên xwe yên berfirehbûnê yên nû-Osmanî / Pan-Tirkîst wekî derfetekê binirxîne.

TC ji bo pêkanîna armancên xwe yên berfirehbûnê jiholêrakirina Kurdbûnê ji siyasetê û ji dîrokê zerûrî dibîne. Ew, bi vê armancê tevgera Apoyî jî dixe bin destê xwe û — bi gotineke rast — xwe amade dike welatê me “ji nû ve feth bike”. Bi planeke tam a wekî mehkûmkirina Kurdan a bêstatutiyê li Rojava û Rojhilatê, îlhaqkirina Başûr, li Bakur jî tundkirina asîmîlasyonê, hemû tehkîmata xwe li ser jiholêrakirina Kurdbûnê ji dîrokê dike.

Em wekî Înîsîyatîva Neteweyî ya Kurdistanê, avabûna xwe ne tenê wekî xebateke ji bo avakirina hêza temsîla neteweyî, di heman demê de wekî navikeke berxwedana neteweyî ya li dijî operasyonên kolonyalîstan ên ji nû ve fetih, îlhaq û jiholêrakirina welatê me ji dîrokê dinirxînin.

Di vê çarçoveyê de, em pêşxistina înîsîyatîvên berxwedana neteweyî yên bi vî rengî di her şaneya civakî ya miletê me de, di tevgerên ciwanan û jinan de, di sendîkayan de, di rêxistinên pîşeyî de, di saziyên civaka sivîl de û di yekeyên niştecihbûnê de ji bo hebûna me ya neteweyî pêwîst dibînin.

Em wekî Înîsîyatîva Neteweyî ya Kurdistanê, bi momenta siyasî ya ku em ketinê re, şêweyên têkoşîna sivîl pêşniyar dikin. Têkoşîna me dê xwe bispêre keda ku miletê me di riya rizgariyê de bi awayê dîrokî ava kiriye, rewabûnê û mafên bingehîn ên ku hiqûqa navneteweyî dide miletan.

Sêzdeh XalPrensîbên Me yên Bingehîn

Înîsîyatîva Neteweyî ya Kurdistanê prensîbên jêrîn esas digire:

  1. Yekîtiya NeteweyîArmanc dike ku yekîtiya neteweyî ya miletê Kurd bê xurtkirin; partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr, akademîsyen, hunermend, jin û ciwanan teşwîq dike ku li ser zemîneke neteweyî ya hevpar bicivin.
  2. Diyalog û LihevhatinDi navbera sazûmanên siyasî û civakî yên Kurd de pêşxistina çanda diyalog, hevgirtin, lihevhatin û têkoşîna hevpar esas digire; têgihîştina pevçûna navxweyî û cudabûnê red dike.
  3. Serxwebûn û BerfirehîWekî dirêjahiya an alternatîfa tu partiyeke siyasî tevnagere; helwesteke neteweyî ya serbixwe, bêalî û berfireh a ku ji hemû beşên neteweyî re di heman dûrahiyê de ye dipejirîne.
  4. Mafê Diyarkirina Çarenûsa XweBerjewendiyên neteweyî yên hevpar ên miletê Kurd, îradeya wî ya hevpar û mafê wî yê diyarkirina azad a pêşeroja xwe wekî prensîba bingehîn qebûl dike.
  5. Hevgirtina Di Navbera Parçeyan DeArmanc dike ku hevgirtina çandî, civakî û demokratîk di navbera Kurdên çar parçeyên Kurdistanê de bê xurtkirin; hişmendiya neteweyî û hesta aîdiyeta hevpar bê pêşxistin.
  6. Ziman û Mîrateya ÇandîJi bo jiyandina mîrateya çandî û bîra dîrokî ya Kurdan dê xebatan bimeşîne. Înîsîyatîva me parastin, pêşxistin û veguhastina hemû zaravayên Kurdî ji nifşên bên re wekî berpirsiyariyeke neteweyî dibîne; li gel vê, asta dramatîk a bikaranîna rojane ya zaravayê me yê Dimilkî/Kirdkî li ber çavan digire û ji bo bikaranîn û fêrbûna berfireh a vî zaravayî xîreteke taybet wekî erkekî destnîşan dike.
  7. Beşdariya ÇalakRola jinan, ciwanan, rewşenbîran û akademîsyenan di avakirina hişmendiya neteweyî de girîng dibîne; beşdariya wan a çalak di mekanîzmayên biryargirtinê û pêvajoyên civakî de piştgirî dike.
  8. Azadiyên BingehînAzadiya bawerî, raman û derbirînê; pirrengî, beşdariya demokratîk û şefafiyê di nav prensîbên bêveger ên jiyana civakî de dinirxîne.
  9. Hişmendiya Kongreya NeteweyîBeşdariya di pêşxistina hişmendiyeke kongreya neteweyî ya demokratîk, sazûmanî û berfireh de ku îradeya hevpar a miletê Kurd nîşan bide, wekî berpirsiyariyeke dîrokî qebûl dike.
  10. Sînorên HevkariyêHevgirtin û li gorî pêdiviyê xebata hevpar bi partî, platform û sazûmanên Kurdistanî re diparêze. Lê bi sazûmanên siyasî yên ku di navbera xwe û rejîmên kolonyalîst û hevkarên wan de dûrahiyeke zelal nadanîn re tu hevkariyê pêş naxe.
  11. Temsîla NavneteweyîAvakirina “Heyeteke Temsîla Neteweyî” ya rewa ku mafên kolektîf ên miletê Kurd bibe platformên navneteweyî û bike rojev, wekî armanceke stratejîk datîne pêşiya xwe.
  12. Mafên Kêmaran û Nîzama PirrengEwlekirina mafên kêmarên etnîk, olî û çandî yên li Kurdistanê dijîn wekî yek ji prensîbên bingehîn ên nîzama hiqûqî ya demokratîk qebûl dike. Ji bo ku beşdariya wekhev û çalak a komên ku ji aliyê dîrokî ve di rewşeke bêpar de ne di jiyana giştî de bê misogerkirin; pêşxistina mekanîzmayên cudakariya erênî yên demborî û pîvane di warên perwerde, çand, rêveberiyên herêmî, karê giştî û temsîla siyasî de piştgirî dike. Ewlekirina destûrî ya mafên hemû koman ên jiyandin û pêşxistina azad a ziman, çand, bawerî û nasnameyên xwe; dîtina cudahiyan wekî parçeyeke jênager a dewlemendiya civakî û hemwelatîbûna hevpar esas digire. Ne serweriya piraniyê; avakirina civakeke siyasî ya berfireh a li ser hemwelatîbûna wekhev, rêza hevdu û têgihîştina pêşeroja demokratîk a hevpar armanc dike.
  13. Pîvana RewabûnêEm wekî Înîsîyatîva Neteweyî ya Kurdistanê tu parlamentoyeke ku mafên kolektîf ên miletê me nas nake rewa nabînin û hilbijartinên ji bo van parlamentoyan wekî rojeva xwe qebûl nakin.

Bi rêzdarî,

Înîsîyatîva Neteweyî ya Kurdistanê

20.06.2026

Nîşe: Em spasiyên xwe pêşkêşî rewşenbîr û akademîsyenên xwe dikin ku di pêvajoya nivîsandina daxuyannameya me de bi vegerên xwe beşdarî xebata me bûn.